Girtina Firiya Çavşîn, Mihemed Elahrizayî û Zanyar Mihemednijad li Bokan, Dêwulan û Kamêranê

Hengaw; Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an
Sê welatiyên Kurd ên bi navên Firiya Çavşîn, Mihemed Elahrizayî û Zanyar Mihemednijad li bajarên Bokan, Dêwulan û Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 12ê Tîrmeha 2025an, Firiya Çavşîn ê temen 29 salî û xelkê gundê "Daşebend" ê ser bi bajarê Bokanê û Mihemed Elahrizayî yê temen 36 salî û xelkê bajarê Sine û rûniştiyê Dêwulanê hatine girtin.
Firya Çavşîn li cihê karê xwe li xwaringeheke bajarê Bokanê û Mihemed Elahrizayî jî li ser rêya Sine-Dêwulanê hatine girtin.
Di vê navberê de, Firiya Çavşîn berê jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û li dijî wî dosyesazî hatibû çêkirin.
Herwiha, demjimêr dehê sibêdeha roja Înê 11ê Tîrmehê, Zanyar Mihemednijad ê xelkê Kamêranê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de hate girtin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.