Sizayê darvekirina Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî û Qasim Ezîzî li girtîgehên Kirmaşan û Bîrcendê hate cîbicîkirin

Hengaw; Çarşemî 16ê Tîrmeha 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî yê xelkê bajarê Kirmaşanê, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya vî bajarî hate cîbicîkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 15ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî yê xelkê gundê “Siyahbîdiya Serê” yê girêdayî bajarê Kirmaşanê, li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.
Ev girtiye şeş sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Herwisa sibêdeha Duşemî 14ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Qasim Ezîzî li girtîgeha Bîrcendê hate birêveçûn.
Ev girtiye berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.