Merîwan; Peyam Ehmedî, kolberê ciwan bi teqeya hêzên hikûmetê hate kuştin

Hengaw; Pêncşemî 17ê Tîrmeha 2025an
Peyam Ehmedî, kolberê ciwan ê xelkê Sewlavayê, di dema kolberiyê de, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 15ê Tîrmeha 2025an, Peyam Ehmedî yê xelkê gundê "Berqurû" yê ser bi bajarokê Sewlavayê, bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin û roja dinê termê wî ji aliyê xelkê ve hate dîtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kolberê ciwan ku xîzandar û bavê zarokekê bûye, li navçeya sînorî ya "Hencîran"a Merîwanê bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî gulleyên rasterast hatiye û jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye ku, termê vî kolberî Kurd heta niha li sarxaneya nexweşxaneya Merîwanê ye û biryar e îro li bajarê wî yê jidayikbûnê rêûresma biaxspartina wî bê kirin.