Raporek li ser darvekirina du girtiyên Kurd û girtiyekî Lor li girtîgehên Kirmaşan û Hemedanê

Hengaw; Pêncşemî 17ê Tîrmeha 2025an
Sizayê dadverkirina du girtiyên Kurd ên bi navên Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî û Hamid Celîliyan ên xelkê bajarê Kirmaşanê û girtiyekî Lor ê bi navê Elî Mîrza Behramî yê xelkê Xuremavayê, ku berê bi tohmetên "pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi qest" di dosyeyên cuda de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Kirmaşan û Hemedanê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên bi navên Hamid Celîliyan ê xelkê Kirmaşanê û Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî yê xelkê gundê “Siyahbîdiya Serê” yê girêdayî bajarê Kirmaşanê, li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.
Ev her du girtiyên Kurd berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Herwiha sibêdeha roja Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Elî Mîrza Behramî yê temen 32 salî yê û xelkê Xuremavayê, ku berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Hemedanê hate birêveçûn.
Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.