Pênc welatiyên Kurd li bajarên Serdeşt û Nexedê hatine girtin

20 July 2025 18:23

Hengaw; Yekşemî 20ê Tîrmeha 2025an

Mêhran Danişamûzî yê xelkê Nexede û çar welatiyên din ên Kurd ên bi navên Silêman Bayiste, Mihemed Nasirî, Hacî Serafî û Osman (paşnavê wî nexuya ye) yên xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 18ê Tîrmeha 2025an, Mêhran Danişamûzî yê temen 20 salî û xelkê Nexede li encama êrîşa hêzên ewlehî hate girtin.

Herwisa berê di heyama çend rojên borî de jî, Silêman Bayiste ji gundê "Doletû", Mihemed Nasirî ji gundê "Sawan", Hacî Serafî ji gundê "Gurşêr" û Osman (paşnavê wî nediyar e) ji gundê "Doletû” yê ser bi bajarê Serdeştê hatibûne girtin.

Girtina van pênc welatiyan bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye encamdan û heta niha qedera wan nexuya ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van pênc welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin