Sine; Girtina Binyamîn Rehîmpûr bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê

Hengaw; Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an
Binyamîn Rehîmpûr, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê bajarê Sine, bi mebesta cîbicîkirina sizayê salek girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an, Binyamîn Rehîmpûr, welatiyê temen 35 salî û xelkê gundê “Ewêheng” û rûniştiyê bajarê Sine, xîzandar û bavê du zarokan, piştî gazîkirin û çûn bo Taya Çarem a Navenda Birêvebirina Sizayan li bajarê Sine, hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Binyamîn Rehîmpûr berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sineyê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û propagende di berjewendiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de” bi salek girtîgeha sepyayî hatibû sizadan.
Navbirî roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser cihê karê wî û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî bi awayekî hovane hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata Spahê “girtîgeha Şehramfer” hatibû veguhastin.
Ev welatiye di dawiyê de rêkefka 8ê Çileya heman salê, piştî derbaskirina 19 roj girtin li benda takekesî ya Îtilaata Spahê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû azadkirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiye di dema girtîgehê de ji mafên destpêregihîştina bi parêzer, hevdîtin û pêwendiya telefomî bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.
Ev welatiyê Kurd berê bi heman tohmetê ji aliyê Dzegeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibû sizadan û sala 2022an piştî bi dawîhatina heyama sizayê wî ji girtîgehê hatibû berdan.