Şino; Erselan Şêx Bozînî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin

Hengaw; Duşemî 14ê Tîrmeha 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê Erselan Şêx Bozînî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an, Erselan Şêx Bozînî yê temen 20 salî û xelkê gundê "Bêmzûrtê" yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyî Kurd li ber dest nîne.