Sine; Girtina çar welatiyên Kurd li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd

Hengaw; Duşemî 14ê Tîrmeha 2025an
Elî Ehmedî, Diyar Ehmedî, Abid Ehmedî û Eyûb Ehmedî, çar welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Sine ku ji endamê malbatekê ne, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Hêjayî gotinê ye ku, sê kes ji van 4 welatiyane berê jî hatibûne girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 14ê Tîrmeha 2025an, Eyûb Ehmedî yê temen 29 salî, Abid Ehmedî, Elî Ehmedî û Diyar Ehmedî, her çar kes xelkê gundê “Arenan” ê girêdayî bajarê Sine, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar a Hengawê, ev çar welatiyên Kurd ku endamê yek malbatê ne, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku, Eyûb Ehmedî, êvara Yekşemî 8ê Cotmeha 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û Elî û Diyar Ehmedî jî, di 15ê Îlona heman salê de hatibûne girtin.