Bokan; Sebah Emîniyan ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin

Hengaw; Sêşemî 15ê Tîrmeha 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Sebah Emîniyan (Kemal), ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an, Sebah Emîniyan ê temen 36 salî û xelkê bajarê Bokanê, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser dukana wî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî li cihê karê wî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.