Fuad Mehmûdî û Kamran Emînî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên Sine û Bokanê hatine girtin

Hengaw; Çarşemî 16ê Tîrmeha 2025an
Kamran Emînî, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê û Fuad Mehmûdî, xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 14ê Tîrmeha 2025, Fuad Mehmûdî yê temen 28 salî û xelkê gundê "Tewrîwer" û rûniştiyê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Herwiha roja Yekşemî 13ê Tîrmehê, Kamran Emînî, welatiyê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Fuad Mehmûdî û Kamran Emînî bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin.
Heta niha ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van her du welatiyên Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek serast li ber dest nîne.