Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

23 September 2025 19:16

Hengaw; Sêşemî 23ê Îlona 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navê Seîd Qubadî, Kazim Cameşûranî û Hadî Newrozî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya mafê mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyên bi navên Seîd Qubadî, xelkê Sarpêl Zehawê, Kazim Cameşûranî, 27 salî û Hadî Newrozî her du xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha Dîzilavayê ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hadî Newrozî berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê , Seîd Qubadî heft sal berê bi tohmeta kuştina jina xwe û Kazim Cameşûranî salek û çar meh berê bi tohmeta kuştina kur xalê xwe hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van her sê girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin