Mehabad; Elî Danişî ji ber lixwekirina cilên Kurdî sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

25 September 2025 22:52
Hengaw; Pêncşemî 25ê Îlona 2025an
Elî Danişî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, ji ber lixwekirina cilên Kurdî yên xakî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve çar meh sizayê girtîgehê bi de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Elî Danişî, xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve ji ber lixwekirina cilên Kurdî yên xakî û cemedanî di rêûresmeke dawetê de çar meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Elî Danişî sibêdeha roja Înê, 9ê Gulana 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî tundûtîjî û bi lêdanê hatibû girtin.
Navbirî di dawiyê de bi danîna barimteya du milyard û nîv Tûmenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Source: Hengaw