Girtîgeha Mehabadê; Raportek li ser girtin, Îşkencekirin û sepandina deh sal sizayê girtîgehê bi ser Nesih Lahîcanî den

27 September 2025 14:15

Hengaw; Şemî 27ê Îlona 2025an

Nesih Lahîcanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî derbaskirina zêdetirî deh meh binçavkirin û îşkenceyên dijwar, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve deh sal sizayê girtîgehê bi serbde hete sepandin. Ev tohmetbarê siyasî, endamê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û het niha li girtîgeha navendî ya Mahabadê tê ragirtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Nesih Lahîcanî, xelkê gundê "Hemzawa" yê ser bi bajarê Pîranşarê û girtiyê siyasî yê girtî li girtîgeha navendî ya Mahabadê, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Mahabadê ve deh sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, tohmetên Nesih Lahicanî "endametî li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo heyama 4 salan" li Herêma Kurdistanê bûye.

Nasih Salihî di heyama girtina xwe ya dawî de, ji hemû mafên xwe yên sereke yên wek pêwendîgirtin bi malbata xwe re û herwisa mafê hevdîtina rû bi rû hatibû bêparkirin.

Ev tohmetbarê siyasî di heyama zêdetirî deh mehan binçavkirinê de, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê ji aliyê hêzên wezareta Îtilaatê ve rastî dijwartirîn îşkenceyên derûnî û laşî hatiye.

Nasih Lahicanî û jina wî di dawiya Tîrmeha 2024an de, piştî ku ji bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê vegeriyan , hatine girtin. Piştî du rojan hevjîna wî hate berdan, û ev tohmetbarê siyasî piştî midehekê bo girtîgeha Mehabadê hate veguhastin û niha di helê derbaskiria sizayê xwe de ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin