Merîwan; Mihemed Hûşmend salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

Hengaw; Yekşemî 28ê Îlona 2025an
Mihemed Hûşmend, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Mihemed Hûşmend, xelkê gundê "Deretfê" yê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tohmeta "endamtiya di girûpên dijberê ên hikûmetê de" salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin û ev sizayê hatî dayîn bi fermî jê re hatiye ragihandin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, dadgeha pêdeçûna dosyeya vî welatiyê Kurd kêmtirî li yek deqeyekê de hatiye lidarxistin û navbirî bi bê mafê berevanîkirin ji xwe û herwiha mafê destpêregihîştin bi parêzer, salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Mihemed Hûşmend roja Înê 16ê Gulana 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin. Di dawiyê de piştî 34 roja ji binçavkirinê li girtîgeha Şehramfer a Îtilaata Spaha Sine di roja 18ê Hezîranê de bi awayekî demkî û hate dawî qonaxên dadgehê hetibû berdan.