Raporek li ser darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Îlamê

28 September 2025 21:28

Hengaw; Yekşemî 28ê Îlona 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Elî Sabirî û Ferhad Mehdîpûr, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 24ê Îlona 2025an de, sizayê darvekirina Elî Sabirî yê temen 29 salî û xelkê bajarê Îlamê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd sê sal berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ji aliyekê dinê ve, sibêdeha roja Sêşemî 23ê Îlonê, sizayê darvekirina girtiyekî din ê bi navê Ferhad Mehdîpûr, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van her du girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin