Raportek li ser birêveçûna sizayê darvekirina 13 girtiyan li girtîgehên Îsfehan, Qum, Sarî, Yasûc, Melayêr û Xurmavayê

29 September 2025 22:55

Hengaw; Duşemî 29ê Îlona 2025an

Sizayê darvekirina 13 girtiyên bi navên Bêhnam Mîrehmedî, Mîlad Kiyanî, Kemal Elmasî, Murad Ceferbeygî, Semed Rezapenah, Elî Simsarî, Saman Simsarî, Selahedîn Aqamihemedî, Mêhran Beyranwend, Mistefa Kedxudayî, Yûnis Ehmedî, Qudret Nezerî û Husên Ehmedwend, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Îsfehan, Qum, Sarî, Yasûc, Melayêr û Xurmavayê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 29ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên bi navê Bêhnam Mîrehmadî, xelkê Fûladşehr a Îsfahanê û Mîlad Kiyanî li girtîgeha Destgird a Îsfahanê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Bêhnam Mîrehmedî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û Mîlad Kiyanî jî bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina sê girtiyên bi navên Kemal Elmasî yê temen 38 salî û xelkê Sawe, Murad Ceferbeygî yê temen 31 salî, xelkê Qumê û Semed Rezapanah yê 40 salî, xelkê Kerecê li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn. Semed Rezapanah sê sal berê, Kemal Elmasî sê sal berê û Murad Ceferbeygî nêzîk çar sal berê bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji aliyekê dinê ve, sibêdeha roja Yekşemî 28ê Îlonê, sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Sarî ku xizmê hev bûn yên bi navên Elî Simsarî yê 29 salî û Saman Simsarî yê 26 salî li girtîgeha navendî ya Sarî hate cîbicîkirin. Li gorî Sazia Mafê Mirovî ya Îranê, ev her du girtî berê di dosyeyeke hevbeş de bi tohmeta kuştina "yek ji hevalên xwe ku xwîşka wan aciz dikir" hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Selahedîn Aqamihemedî yê 40 salî, xelkê Yasûcê û bavê zarokekê li girtîgeha navendî ya Yasûcê hate birêveçûn. Ev girtî çar sal berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwiha, sibêdeha roja Şemî 27ê Îlonê, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mêhran Beyranwend, ku ji ber kuştina jina xwe bi darvekirinê hatibû sizadan li girtîgeha navendî ya Melayêr a parêzgeha Hemedanê hate cîbicîkirin.

Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Mistefa Kedxudayî yê xelkê Kirmanê ku berî niha bi tohmetên pêwedîdar bi madên hişber "hilgirtina madên hişber" bi darvekirinê hatibû sizadan li girtîgeha Destgird a Îsfahanê hate cîbicîkirin.

Herwiha, di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Yûnis Ehmedî yê xelkê Kuyeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê û girtiyekî Lor ê bi navê Qudret Nezerî yê xelkê Xurmavayê li girtîgeha avendî ya Xurmavayê (Parsîlon) hate birêveçûn. Yûnis Ehmedî şeş sal berî niha û Qudret Nezerî heşt sal berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji aliyekê dinê ve, roja Çarşemî 24ê Îlonê, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Husên Ehmedwend, nêzî 56 salî û xelkê Melayêrê li girtîgeha Melayêr a Parêzgeha Hemedanê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtî du sal berê bi tohmeta kuştina Sertîb Duyem Mehmûd Xudadad, ku hewla binçavkirina navbirî dabû, hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Hêjayî gotinê ye ku ev girtiye ji ber nakokiyeke malbatî, kurê xwe yê 22 salî bi çekê kuştibû û kurê xwe yê 32 salî jî birîndar kiribû. Navbirî herwiha xwastibû hevjîna xwe jî bikuje lê hêzên întizamî rê nedabûn.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina 12 kes ji wan girtiyan di medyayên hikûmetê nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin û tenê birêveçûna sizayê darvekirina Husên Ehmedwend hatiye belavkirin û ev jî bi bê îşarekirin bi nasnameya navbirî hatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin