Raportek li ser birêveçûna sizayê darvekirina Mihemed Ferecî, welatiyê xelkê Merîwanê li girtîgeha navendî ya Sine

Hengaw; Çarşemî 1ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina Mihemed Ferecî, welatiyê Kurd û xelkê Merîwanê, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdea roja Çarşemî 1ê Cotmeha 2025, sizayê darvekirina Mihemed Ferecî yê temen 30 salî û xelkê gundê "Lencava" yê ser bi bajarê Merîwanê li girtîgeha navendî ya Sine hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd çar sal berê bi tohmeta kuştina xalê xwe di pevçûnekê de li ser nakokiyên malî hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Tevî hewldanên berdewam ên malbata wî û herwiha hewldanên hinek ji çalakvanên medenî li bajarên Merîwan û Sine ji bo rawestandin an ragirtia birêveçûna sizayê darvekirinê, ev hewldan bê encam man û di dawiyê de sizayê darvekirina wî hate birêveçûn.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.