Mehabad; Yûnis Tenhayî 20 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

07 October 2025 12:46

Hengaw; Sêşemî 7ê Cotmeha 2025an

Yûnis Tenhayî yê welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bîst meh û rojek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Yûnis Tenhayî, bavê du zarokan û rûniştiyê gundê "Hemzeava" yê ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Yasir Gozelî bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" 20 meh û rojek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Hengaw hatiye agehdarkrin ku ev welatiyê Kurd di heyama girtina xwe de ji hemû mafên xwe yên sereke yên weke destpêregihîştin bi parêzer û mafê hevdîtin bi malbata xwe re bêpar bûye.

Roja Çarşemî 18ê Hezîrana 2025an, Yûnis Tenyayî di mala xwe de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku ev welatiyê Kurd berî niha ji ber çalakiyên xwe pêşîneya girtin û herwiha dadgehîkirinê hebûye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin