Merîwan; Girtina Hesen Mêhrabî bi gazîkirin û hevkariya xapandinî ya fermandariyê

Hengaw; Çarşemî 8ê Cotmeha 2025an
Hesen Mêhrabî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, li encama gazîkirina fermandariyê vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. Fermandarî bi nameyeke xapandinî bi armanca girtina navbirî, ev welatiyê Kurd gazîkiribû.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 7ê Cotmeha 2025, Hesen Mêhrabî, rûniştiyê gundê "Nê" yê ser bi bajarê Merîwanê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hesen Mêhrabî daxwazek ji fermandariyê bi navê "lipeyktin bo yaranê" wergirtibû û di dema serdankirinê de li meydaneke Merîwanê hatiye girtin.
Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin li ber dest nîne.