Pîranşar; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatine girtin

Hengew; Pêncşemî 9ê Cotmeha 2025an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Xalid Qadirpûr, Mihemed Qadirî û Murad Resûl Behramî ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengewê, êvariya roja Çarşemî 8ê Cotmeha 2025, Xalid Qadirpûr ê temen 30 salî, Mihemed Qadirî yê temen 27 salî û Murad Resûl Behramî yê temen 36 salî, welatiyên xelkê gundê "Temrçiyan" ê ser bi bajarê Pîranşarê hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatine girtin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyaryek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van hatinî sepandin û herwiha cihê ragirtina wan welatiyên Kurd li ber dest nîne.