Merîwan; Canjidestdana endamekî bala leşkerî yê PJAKê û welatiyekî din di boseyeke Wezareta Îtlaat û Spahê de

Hengaw; Şemî 11ê Cotmeha 2025an
Endamekî bala leşkerî yê PJAKê yê bi navê Mihemed Husên Reşîd ê xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyekî din ê pê re ku nasnameya wî hîn jî nehatiye eşkerekrin di êrîşeke hevbeş a Wezareta Îtlaat û Spaha Pasdaran de li Merîwanê hatine kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 23ê Îlona 2025an, Mihemed Husên Reşîd, endamê Yekîneyên Rojhilata Kurdistanê û xelkê bajarê Çemçemal a Herêma Kurdistanê û kesekî din ku di tirombêleke cura Pêjo Pars de bûn li ser rêya Musk a Merîwanê bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê canê xwe ji dest dan.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku keseke din ku di dema vê pevçûnê de birîndar bûbû piştî mana du rojan li nexweşxaneya Fecr a Merîwanê ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û çarenivîsa wî nexuya ye.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandin ku Mihemed Husên Reşîd di demekê de ku ti "çekek pê re nebûye û dixwest ji bo çareseriya nexweşiya xwe vegere Herêma Kurdistanê" hatiye armanckirin. Di daxuyaniyê de ti îşareyek bi nasnameya kesê hatî girtin nehatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, li gorî zanyariyên Hengawê, di heman roja pevçûnê de hêzên Îtilaata Spahê kamerayên çavdariyê yên hemî dikanên vê cihê digel xwe birine.