Şino; Cewher Herkî, çiyager û çalakvanê jîngehparêzî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

14 October 2025 17:19


Hengaw; Sêşemî 14ê Cotmeha 2025an

Cewher Herkî, çiyager û çalakvanê jîngehparêz û çalakvanê çandî yê di warê zimanê Kurdî de û xelkê bajarê Şinoyê, ji bo birêvebirina deh meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 13ê Cotmeha 2025an, Cewher Herkî, çiyager û çalakvanê jîngehparêz û çalakvanê çandî yê di warê zimanê Kurdî de û xelkê bajarê Şinoyê, piştî gazîkirin û serdankirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo birêvebirina sizayê girtîgeha xwe bo girtîgehê hate veguhastin.

Cewher Herkî roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi serokatiya dadwer Elî Ensarî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê li berjewendiya girûpên dijberê Komara Îslamî" deh meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku navbirî berî niha jî, ji ber çalakiyên xwe yên jîngehparêzî û çandî ji aliyê saziyên ewlehî ve hatibû girtin û lêpirsînkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin