Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

Hengaw; Çarşemî 1ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Seîd Emîrî, Mêhrdad Şehîdî û Xulamelî Nezeriyan, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kermaşanê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 1ê Cotmeha 2025, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên xelkê Kirmaşanê yên bi navên Seîd Emîrî yê temen 30 salî û Mêhrdad Şehîdî yê temen 33 salî ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate birêveçûn.
Ji aliyekê dinê ve, sibêdeha roja Sêşemî 30ê Îlonê, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê Kirmaşanê yê bi navê Xulamelî Nezeriyan li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd jî berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bidarvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van her sê girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.