Hejmara girtiyên hatinî darvekirin li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê giha bi çar kesan

03 October 2025 21:59

Hengaw; Înê 3ê Cotmeha 2025an

Bi eşkerebûna nasnameya girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Kamyar Beratî Serwenewî, ku sizayê darvekirina wî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hatiye birêveçûn, hejmara girtiyên hatinî darvekirin di vê girtîgehê de giha bi çar kesan. Berê nasnameya sê girtiyên din ên bi navên Seîd Emîrî, Mêhrdad Şehîdî û Xulamelî Nezeriyan hatibû eşkerekirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roa Çarşemî 1ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Kamyar Beratî Serwenewî yê xelkê Serfîrûzabadî ya ser bi Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate birêvecûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hengawê berî niha nûçeya darvekirina sê girtiyên din ên Kurd ên xelkê Kirmaşanê yên bi navên Seîd Emîrî yê temen 30 salî, Mêhrdad Şehîdî yê temen 33 salî û Xulamelî Nezeriyan ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, di heman rojê de li vê girtîgehê belavkiribû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin