Miyanduav; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin

18 December 2025 21:48

Hengaw; Pêncşemî 18ê Kanûna 2025an

Hêmin Ehmedzade, Salar Ustadehmedî û Hesen Remezanî, welatiyên Kurd ên xelkê Miyanduavê ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 18ê Kanûna 2025an, Hêmin Ehmedzade, Salar Ustadehmedî û Hesen Remezanî, welatiyên xelkê gundê "Serçinar" ê ser bi bajarê Miyanduavê hatine girtin.

Ev her sê welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û bi awayekî hovane hatine binçavkirin.

Heta dema blavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin