Seqiz – Kesek ku ji aliyê Îtilaatê ve hatibû girtin, wenda ye

Hengaw - Ev çend roj in welatiyekî xelkê bajarê Seqizê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatiye girtin û h

24 October 2020 21:36


Hengaw - Ev çend roj in welatiyekî xelkê bajarê Seqizê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatiye girtin û heta niha nayê zanîn çi hatiye serê wî û li ku ye.

Li gorî agahiyên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 21 vê mehê, hêzên Îtilaata bajarê Seqiz, welatiyekî kurd bi navê Hesen Qadirnejad girtin û birin cihekî nediyar.

Bi gotina çavkaniyekî haydar, heta niha nayê zanîn ew welatiyê han çima hatiye girtin û malbata wî jî nizanin çi hatiye serê wî û li ku ye.

Heta amadekirina vê nûçeyê, ti agahiyek li ser rewşa Hesen Qadirnejad li ber dest nîne.
 


Di vî warî de zêde bixwînin