Ormiye – Du keçên kurd agir berdan xwe û xwe şewitandin

Hengaw: Li du gundên bajarê Ormiyê du keçên kurd agir berdan xwe û xwe şewitandin.

12 December 2020 14:28


Hengaw: Li du gundên bajarê Ormiyê du keçên kurd agir berdan xwe û xwe şewitandin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 10 vê mehê, keçikek 15 salî bi navê Ronak Ezîzvend û xelka gundê Kanî Reş yê Ormiyê, agir berda xwe û xwe kuşt. 

Li gorî agahiyan, Ronak Ezîzvend di temenê 14 salî de dabûn kesekî xelkê gundê Şiklava li devera Mirgevera Ormiyê. Ji ber ku keçik bi zorê dabûn mêr, wê jî agir berda xwe û xwe şewitand. 

Roja 12 Kanûna 2020 jî keçikek 16 salî bi navê Zehra Îsmaîlî (16 salî) û xelka gundê Bawan yê Ormiyê ji ber pirsgirêkên nav malbatê, xwe şewitand û canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin