Tehran - Vekolerê kurd Kamil Ehmedî bi 8 sal zîndan hat mehkûmkirin

Hengaw: Vekolerê kurd Kamil Ehmedî, ku welatiyê Îranî-Brîtanî ye û havîna par ji aliyê hêzên Îranê ve

13 December 2020 17:38


Hengaw: Vekolerê kurd Kamil Ehmedî, ku welatiyê Îranî-Brîtanî ye û havîna par ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû desteserkirin, bi sizayê zîndanê hat mehkûmkirin. 

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hegawê, çend roj berê dadgeha înqilab ya Tehranê vekolerê kurd Kamil Ehmedî, bi tohmeta hevkarî bi dewleteka neyara Îranê re, bi 8 sal zîndan mehkûm kir. 

Parêzerê Kamil Ehmedî, Emîr Reyîsiyan nûçeya sizadana Ehmedî piştrast kir û ragiand, Ehmedî li ser vekolînên xwe yên li bara zarokan hatiye sizadan.

Vekolerê kurd Kamil Ehmedî roja 11 Tebaxa par li bajarê Tehranê hat girtin û piştî 100 rojan û li hember 500 milyon tûmen hat berdan. 

Kamil Ehmedî xelkê bajarê Neqede li parêzgeha Azerbaycana Rojava û welatiyê Îranî-Brîtanî ye ku di warê sinetkirina jinan û zewicandina zarokan de vekolînan dike.


Di vî warî de zêde bixwînin