Kirmaşan – Jinekê, ji ber ku zarokên wê jê standin xwe kuşt!

Hengaw: Li bajarê Şahabad li parêzgeha Kirmaşanê, jinek ji ber ku zarokên wê jê standin, xwe kuşt.

14 December 2020 09:21


Hengaw: Li bajarê Şahabad li parêzgeha Kirmaşanê, jinek ji ber ku zarokên wê jê standin, xwe kuşt.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 12 Kanûna îsal, jineka cihêl bi navê Nesrîn Celîliyan (27 salî) li gundê Hersem yê bajarê Şahabad li parêzgeha Kirmaşanê û li mala bavê xwe de derman xwar û xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, ew jina han dayka du zarokan bû û çendekî beriya niha ji hevjînê xwe cuda bibû lê zarokên wê bi zora dadgehê jê hatibûn standin. Ji ber wê jî rewşa wê ya derûnî gelekî xirab bibû û îro xwe kuşt.


Di vî warî de zêde bixwînin