Sine – Li Dêgulan jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hat kuştin

Hengaw: Li bajarokê Dêgulan li parêzgeha Sine, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

16 December 2020 12:32


Hengaw: Li bajarokê Dêgulan li parêzgeha Sine, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, şeva 14 Kanûna îsal, jineka kurd bi navê Azade Mirowetî li gundê Tîleko yê bajarokê Dêgulan bi destê hevjînê xwe hat kuştin.

Çavkaniyekî ji Dêgulan ji Hengawê re got, Azade ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hatiye kuştin.

Wê çavkaniyê da zanîn, Azade û hevjînê xwe mirovên hev bûn û çend meh berê bi hev re zewicîbûn. 

Li gorî agahiyan, hevjîna wê jina kurd destpêkê gotibû du kesan jina min kuştin û ez jî birîndar kirim. Lê paşê îtiraf kir ku wî bi xwe jina xwe kuştiye. 

Heta niha sebeba kuştina Azade Mirowetî nehatiye zanîn, ji ber wê jî Hengaw hewl dide vê yekê zelal bike


Di vî warî de zêde bixwînin