Li Çaldiranê şivanek ji ber teqîna mînê birîndar bû

Hengaw: Li bajarokê Çaldiran yê Ormiyê, ji ber teqîna mînê şivanek giran birîndar bû.

16 December 2020 22:58


Hengaw: Li bajarokê Çaldiran yê Ormiyê, ji ber teqîna mînê şivanek giran birîndar bû.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 13 vê mehê welatiyekî xelkê bajarokê Çaldiranê bi navê Qadir Delayî Mîlan ji ber teqîna mînê giran birîndar bû.

Ew welatiyê kurd, li nêzîkî gundê Şêx Silo yê Çaldiranê, dema li ber pezê xwe bû, pê li mînê kir û mîn pê de teqiya. 

Qadir Delayî Mîlan niha li nexweşxaneya bajarê Makû tê dermankirin.


Di vî warî de zêde bixwînin