Li Seqizê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Hengaw: Li bajarê Seqizê girtiyekî kurd hat bidarvekirin.

17 December 2020 09:44


Hengaw: Li bajarê Seqizê girtiyekî kurd hat bidarvekirin.

Li gorî raportên ku gihîştine Hengawê, îro danê sibê girtiyekî kurd bi navê Mihemed Muradî li nav girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê de hat bidarvekirin.

Mihemed Muradî 5 sal berê kesekî bi navê Ekber bi kêran kuştibû, ji ber wê jî hatibû girtin û bi sizayê qîsasê hatibû mehkûmkirin. 

Hîn nûçeya bidarvekirina wî girtiyê kurd ji aliyê medyaya fermî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin