Karkerekî Bokanî li Duhokê şewitî û canê xwe ji dest da

Hengaw: Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê, ku li Herêma Kurdistanê kar dikir, ji ber rûdana kar canê xwe ji dest da.

19 December 2020 10:13


Hengaw: Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê, ku li Herêma Kurdistanê kar dikir, ji ber rûdana kar canê xwe ji dest da.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 17 vê mehê, welatiyekî xelkê Bokanê bi navê Rizgar Hacîzade (30 salî) li bajarê Duhokê ji ber rûdana kar canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Rizgar li parzûngeheka neftê kar dikir lê ji ber teqîna yek ji tankerên neftê, agir bi laşê wî dikeve û ji ber şewata zêde canê xwe ji dest dide.


Di vî warî de zêde bixwînin