Li Bane du kolber di êrişa pasdaran de birîndar bûn

Hengaw: Du kolberên kurd yên xelkê bajarokê Bane bi guleyên rasterast yên pasdarên Îranê birîndar bûn.

19 December 2020 11:01


Hengaw: Du kolberên kurd yên xelkê bajarokê Bane bi guleyên rasterast yên pasdarên Îranê birîndar bûn.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 17 vê mehê pasdarên Îranê li devera Hengejale ya bajarokê Bane, komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber birîndar bûn. 
Navê yek ji wan kolberên ku birîndar bûne, Cemîl Ehmedpûr (27 salî) û xelkê gundê Heft Taş yê Bane ye û di piyê xwe de giran birîndar bûye.

Hengawê heta niha nekariye nasnameya kolberên din bizane. Her du kolberên han li navenda tenduristiyê Bane hatine razandin.


Di vî warî de zêde bixwînin