Du girtiyên kurd zêdetirî 20 salan e ti kesekî xwe nedîtine Bi girtina heta hetayî hatine mehkûmkirin

Hengaw: Du girtiyên siyasî yên kurd, zêdetirî 20 salan e ti endamekî malbata xwe nedîtine û ji mafê xwe yê derketi

19 December 2020 21:12

 

Hengaw: Du girtiyên siyasî yên kurd, zêdetirî 20 salan e ti endamekî malbata xwe nedîtine û ji mafê xwe yê derketina derve jî bê par hatine hîştin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, du girtiyên siyasî yên kurd bi navên Xalid Ferîdûnî û Umer Feqêpûr, ku her du jî bi tohmeta endamtiya PDKÎ bi sizaya heta hetayî hatine mehkûmkirin, zêdetirî 20 salan e ti endamekî malbata xwe nedîtine û ji gelek mafên xwe bi taybet mafê derketina derve bê par hatine hîştin. 

Ew her du girtiyên kurd, havîna sala 2000 li gundekî bajarê Pîranşar ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibûn girtin.

Destpêkê bi tohmeta “muharebe” bi îdamê hatibû mehkûmkirin lê paşê sizayê wan vegeriya zîndana heta hetayî. 

Girtiyên han destpêkê li Pîranşarê hatibûn girtin, paşê veguhestin girtîgeha Mehabadê û ji wir jî birin girtîgeha navdar ya Recayî Şehr ya bajarê Kerecê. Piştî 10 salan ew birin girtîgeha navendî ya Ormiyê. 

Di heyama sê salên borî de gelek caran ji wan girtiyên kurd re gotine, hûn li ber lêborîna giştî ketine lê hemû jî derew bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin