Ormiye – Girtiyê kurd Mistefa Sebzî dest ji xwarin û vexwarinê berda
Hengaw: Girtiyekî siyasî yê kurd yê xelkê bajarê Makû, ku di girtîgeha Ormiyê de ye, dest ji xwarin
Hengaw: Girtiyekî siyasî yê kurd yê xelkê bajarê Makû, ku di girtîgeha Ormiyê de ye, dest ji xwarin û vexwarinê berda û ket gireva birçîbûnê.
Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, girtiyê siyasî yê kurd Mistefa Sebzî, ku xelkê bajarê Makû ye, roja 21 Kanûna 2020 li girtîgeha Ormiyê de dest bi gireva birçîbûnê kir.
Mistefa Sebzî ji ber ku berpirsên zîndanê nehîştin here şîna birayê xwe, dest bi vê çalakiyê kiriye.
Birayê wî girtiyê kurd çend roj berê bi nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dabû. Berpirsên girtîgehê jê re gotibûn sendeka yek milyar tûmenî dayne paşê here. Malbata wî sened jî danîbûn lê dîsa berpirsên girtîgehê nehîştibûn Mistefa here şîna birayê xwe.
Mistefa Sebzî bihara sala 2014 ji aliyê pasdaran ve hatibû girtin. Dadgeha Ormiyê, bi tohmeta endamtiya PJAKê 15 sal zîndan dabû wî.