Li Sine jineka kurd hat bidarvekirin

Hengaw: Jineka xelkê bajarê Qurwe, ji ber kuştina du zarokan, li Sine hat bidarvekirin.

28 December 2020 11:29


Hengaw: Jineka xelkê bajarê Qurwe, ji ber kuştina du zarokan, li Sine hat bidarvekirin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 27 vê mehê, li nav girtîgeha navendî ya bajarê Sine de, girtiya kurd Zeyneb Xudamuradî (42 salî) û xelka bajarokê Qurwe li parêzgeha Sine, hat bidarvekirin. 

Ew jina kurd 5 sal berê û bi tohmeta kuştina du zarokan hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin. 

Zeyneb Xudamuradî havîna sala 2015, bi tohmeta kuştina zarokê xwe yê sava ya bi navê Mihemed Cewad (12 rojî) û keça zilamê (keçik ji jineka din bûye) xwe ya bi navê Hedîs (7 salî) hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Wê jina kurd xwastibû xwe jî bikuje lê nekarîbû.


Di vî warî de zêde bixwînin