Di heyama meha Octobera 2023an de herî kêm 78 girtî di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin

Di heyama meha Octobera 2023’an de herî kêm cezaya darvekirina 78 girtiyan di girtîge

02 November 2023 09:48

 

Hengaw: Sêşemî, 31ê Cotmeha 2023an

Di heyama meha Octobera 2023’an de herî kêm cezaya darvekirina 78 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatin cîbicîkirin. Ev rêjeye li gorî meha borî a Sêptemberê de 51 halet wate bi rêjeya %65 zêdebûye. Li gorî van amaran di her du rojan de 5 girtî hatine îdamkirin. Di heyama meha Septemberê de cîbicîkirina cezaya darvekirina 27 girtiyan hatiye tomarkirin.

Li gorî amarên tomarkirî li navenda amar û belgenameyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê; Di heyama meha octobera 2023’an de herî kêm cîbicîkirina cezaya darvekirina 78 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye tomarkirin.Di vê rêjeyê de 35 girtî bi tohmeta madeyên hişber hatin darvekirin.

Li gorî vê raporê, di heyama meha Octoberê de cezayê darvekirina 18 girtiyên Belûç ku dike %23 a hejmara giştî ya amarên darvekirinên vê mehê, herwisa 4 girtiyên kurd, 4 girtiyên tirk û 5 girtiyên xelkê welatê efxanistanê li girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin.

Di vê amarê de rêjeya darvekirinê herî zêde li girtîgehên parêzgeha Elborzê bûye ku 22 kes hatiye tomarkirin. Herwisa di girtîgeha parêzgeha Kirmanê de 10 kes, li parêzgeha Fars 8 kes , parêzgeha Xorasana Başûr 6 kes, Îsfehan 5 kes û Gîlan 4 kes hatiye bidarvekirin û haletên dinê di parêzgehên din hatiye tomarkirin.


Li gorî tohmetên ku hatine sepandinê

Rêjeya herî zêde a girtiyên ku hatine darvekirin bi tohmeta madeyên hişber bûye ku 35 girtîne û dike %45 a giştî a darvekirinên vê mehê di girtîgehên Îranê de.

Tohmeta kuştina bi qestî: 33 halet
Tomehat bi madeyên hişber:35 halet
Tohmeta destdrêjiya seksî: 4 halet
Tohmetên ne zelal: 6 kes


Di vî warî de zêde bixwînin