Du penaberên Kurd û Ereb ê ji Ehwazê ji ber sir û seqemê li Bîlarûsê jiyana xwe ji dest dan

Welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Serpêla Zehawê bi navê Îsmaîl Darabî û welatiyekî Ereb xelkê

02 November 2023 09:51


Hengaw: Çarşemî,1ê Mijdara 2023an

Welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Serpêla Zehawê bi navê Îsmaîl Darabî û welatiyekî Ereb xelkê Ehwazê ku hêj nasnameya wî bo Hengawê nehatiye eşkerekirin, li ser sînorê Bîlarûsê ji ber sir û seqemê qerisîne û canê xwe ji dest dan.

Li gorî raporta ku gihîştiye Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê; Roja yekşemî 29ê Cotmeha 2023an, Îsmaîl Darabî, penaberê temen 32 salî û xelkê bajarê Serpêla Zehawê yê parêzgeha Kirmaşanê û herwisa penaberekî din yê Ereb xelkê Ehwazê ku nasnameya wî bo Hengawê nehatiye eşkerekirin û Hengaw lêkolînê di vê derheqê de dike, li sînorê Bîlarûsê ji ber sir û seqemê qerisîne û canê xwe ji dest dan.

pêka gotina çavkaniyeke nêzîk ji malbata Darabî, termê wan 2 penaberan di demekê de hatine dîtin ku di bin befrbarîneke zor de li ser sînorê welatê Bîlarûsê de asê mane û ji ber sir û seqemê û kirêveke zor şiyana xwe bilivînê jî ji dest dabûn.

Her di vê derheqê de roja pêncşemiyê 12ê Cotmeha 2023an, Hêmin Şemamîzade, ciwanê penaber ê temen 31 salî û xelkê bajarê Serdeştê, li nav daristanên sînorê Bîlarûs û Polonyayê ji ber sir û seqemê qerisî û jiyana xwe ji dest da.
 


Di vî warî de zêde bixwînin