Hêzen Iranê Kolberek bi guleyan birîndarkirîn
02 November 2023 17:37
Hengaw: Çarşem,1ê November
Welatiyê bi navê Luqman Ehmedpûr ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin navendên tenduristiyê yên Tewrêz.
Li gor raporta ku gihîştiye Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw; Şeva Duşemî 30ê Cotmeha 2023an, Luqman Ehmedpûr temen 45 salî, xelkê gundê Manîcelan a ser bi bajarê Banê, li sînorê Hengehalê bi guleyin rasteras yen çekdar iranê ve bi giranî hatiye birîndarkirin.
Li gorî zanyariyan, gule bi mile wî ketiy û rewşa tendirustiya wî xirab e.
Agahiyen geheştinî bo Hengaw ê nîşan dide ku ew welatiyê hanê, bi sedema giraniya birînê, jî bo navendeke pizîşkî ya bajarê Tewrêz hatiye veguhestin