Di meha Octobera 2023an de 303 welatî ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin

Li gorî amarên tomarkirî li navenda amar û belgenameyên rêxistina mafê mirovan

02 November 2023 18:36

 

Hengaw: Çarşemî, 1ê Mijdara 2023an

Li gorî amarên tomarkirî li navenda amar û belgenameyên rêxistina mafê mirovan a Hengawê; di heyama meha Octobera 2023an, herî kên 303 welatî  ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve li seranserê wî welatê hatine girtin. Ev amare li gor meha borî (December) ku 463 welatî hatibûn desteserkirin, 160 halet ku dike %34.5 kêm bûye.

Li gorî vê amarê, di heyama meha Octobera 2023an de herî kêm 41 welatiyên Kurd, 184 welatiyên Belûç, herwisa 23 welatiyên jin, 47 welatiyên zarok û 17 welatiyên Behayî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin yan jî hatine revandin.

 

Zêdetrî ji %74 girtiyan li seranserê Îranê de welatiyên Kurd û Belûç bûn

Li gorî amarên Hengawê, di heyama meha Octobera 2023an de herî kêm 184 welaiyên Belûç ji aliyê navendên hikûmeta Îranê ve hatine girtin ku dike %61 a hejmara giştî a girtiyên vî mehê li seranserê Îranê de.

Herwisa di heyama yek meha borî de, herî kêm 41 welatiyên Kurd  ku dike %13.5 ji hemû girtiyan, 5 welatiyên Lor û Bextiyarî û 6 welatiyên Tirk hatine desteserkirin.

 

Desteserkirina peyrewên (bawermendên) kemîneyên olî

Desteserkirina peyrewên kemîneyên olî li meha Octoberê de wek mehên borî ji aliyê navendên hikûmetê ve berdewam bûye û de heyama vê mehê de jî herî kêm 29 çalakvanên olî ji aliyê navendên hikûmeta komara Îslamî a Îranê ve hatine girtin.

Her li gorî vê raporê, ji wan çalakvanên olî ku hatine girtin 17 kes peyrewa ola Behayî bûne ku 13 ji wan jin û 4 jî mêr bûn. Herwisa di heyama vê mehê de herî kêm 10 çalakvanên Sunne li bajarên cuda cuda ên Belûçistanê û derwîşek Gunabadê û welatiyek peyrewa rewta yerîmanî hatine deteserkirin.

 

Desteserkirina 23 jin û 47 zarok di meha Octoberê de

Li gorî amarên tomarkirî li navenda amar û belgenameyên rêxistina mafê mirovan a Hengawê, di heyama meha borî de herî kêm 23 jin ji aliyê navendên hikûmeta Îranê ve li seranserê wî welatî hatine girtin ku dike %7.5 a hejmara giştî a girtiyan.

Hêjayê gotinê ye ku di meha borî de, herî kêm 13 jinên çalakvanên Behayî ji aliyê navendên hikûmetê ve hatine desteserkirin.

Herwisa di vê heyamê de herî kêm 47 zarokên di bin temen 18 saliyê de li seranserê Îranê ji aliyê navendên hikûmetê ve hatine girtin yan jî hatine revandin.

Li gorî vê raporê, 45 kes ji wan zarokên hatine girtin Belûç û 2 zarok jî Kurd bûn.

 

Girtina Mamoste, Xwendekar, Hunermend, Rojnamenûs û çalakvanên Medyayî

Li gorî amarên Hengawê, di heyama meha borî de herî kêm 8 xwendekar li bajarên Kerec, Zahidan, Tehran, Bempûr, Sine û Mehabad û herwisa 7 mamosteyên xwendingehên bajarên Şîraz, Newşehr, Fenoc, Necefava û Teharn ji aliyê navendên hikûmeta Komara Îslamî a Îranê ve hatine girtin.

Hêjayê gotinê ye ku di meha borî de herî kêm 7 Rojnamenûs û çalakvanên Medyayî û herwisa 3 hunermend û Ekter li bajarên cuda ên Kurdistan û Îranê de  ji aliyê navendên hikûmetê ve hatine desteserkirin.

 

Nasnameya wan 303 kesan li navenda amar û belgenameyên rêxistina mafê mirovan a Hengawê hatiye tomar kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin