Şadman Mihemedî, welatiyê xelkê Selasa Bavecanî ji aliyê hêzên ewlehiyê hat desteserkirin

Ciwanekî xelkê bajarê Selasa Bavacanî ya parêzgeha Kirmaşanê bi navê Şadman Mihemedî ji al

02 November 2023 20:04


Hengaw, Pêncşemî, 2ê Mijdara 2023an


Ciwanekî xelkê bajarê Selasa Bavacanî ya parêzgeha Kirmaşanê bi navê Şadman Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Li gorî raporta ku gihîştiye Rêxistina Mafê Mirovî a Hengawê; serêsibeha roja Pêncşemî, 2ê Mijdara 2023an, Şadman Mihemedî temen 21 salî û xelkê bajarê Selasa Bavacanî, ji aliyê hêzên ewlekarî yên komara Îslamî ve hat desteserkirin.

Li gorî zanyariyên serçaveyên haydar, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala malbata navbirî û ji ber belavkirina babetên rexneyî li ser torên civakî ew ciwane hatiye desteserkirin.

Piştî desteserkirina vî welatiyê, bo cihekî nediyar hatiye veguhetin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke rast li ser cihê ragirtina wî de berdest nîne.

 


Di vî warî de zêde bixwînin