Di Cotmeha 2023an de 30 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Pêka amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatin

03 November 2023 00:11

 

Pêka amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatinî tomarkirin, di  Cotmeha sala 2023an de, herî kêm 30 kolber û kasibkar li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin, ku %93.2 ji van bûyeran bi gulleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.

Li gor vê raporê, 3 kolber û kasibkar canê xwe ji dest dane û 27 kolber jî birîndar bûne ku yek ji wan ciwanekî bin 18 salî bûye.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî, bi 19 haletan di parêzgeha Kirmaşanê de hatine tomarkirin.

 

‌Sedema canjidestdan an birîndarbûn:
Gullereşandina rasterast: 28 halet (3 birîndar û 25 kuştî) bi 93.2% a hemû bûyeran.
Lêdan û kutan: 1 halet (1 birîndar) bi 3.4% a hemû bûyeran.
Teqîna minê; 1 halet (1 birîndar) bi 3.4% a hemû bûyeran.

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan;
Parêzgeha Urmiye: 1 halet (1 birîndar)
Parêzgeha Sine: 10 halet (3 kuştî û 7 birîndar)
Parêzgeha Kirmaşanê: 10 halet (19 birîndar)

Teqekirina hêzên çekdar:

Hêzên Sînorî: 27 kes birîndar kirine
Spaha Pasdaran: 2 kes kuştine
Bûyerek jî teqîna mînê bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin