Aliyê kêm 7 kolber bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin

Herî kêm 7 kolberên Kurd ên xelkê Ciwanro û Selasa Bawecanî bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li sînorê N

03 November 2023 08:51

 

Hengaw, Înî 3ê Mijdara 2023an

Herî kêm 7 kolberên Kurd ên xelkê Ciwanro û Selasa Bawecanî bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, êvareya roja Sêşemî 11ê Xezelwera 1402an (2ê Mijdara 2023an), 7 kolberên Kurd ên xelkê Ciwanroyê yên bi navên Sîrwan Nadirî, Keywan Hûşengî, Salah (nasnavê wî nediyar e), Arvîn (nasnavê wî nediyar e), Mensûr (nasnavê wî nediyar e), Bextiyar (nasnavê wî nediyar e) û Şehriyar (nasnavê wî nediyar e), bi teqeya hêzên ser sînorî yên Komara Îslamî li sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin.

Hatiye ragihandin, ku rewşa hejmarek ji van kolberan ku ji aliyê pişt û lingê ve birîndar bûne, baş nîne.

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di Cotmeha sala 2023an de, herî kêm 30 kolber û kasibkar li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin, ku %93.2 ji van haletan bi sedema teqekirina rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin