Li girtîgeha Yasûcê girtiyeke jin hat îdamkirin

Cezayê îdamê ya girtiyeke jin a bi navê Miryem Forûxmenêş ku beriya niha bi îdiaya "kuştin

03 November 2023 19:12

 

Hengaw; Înî 3ê Mijdara 2023an

Cezayê îdamê ya girtiyeke jin a bi navê Miryem Forûxmenêş ku beriya niha bi îdiaya "kuştina bi enqest" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Navendî ya Yasûcê de hat cêbecîkirin. Di heyama 10 mehên borî de herî kêm 15 jin di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin.   
                                
Li gor rapora ku gihaye Rêxistina Mafê Mirovî a Hengawê, serêsibeha roja Çarşemî, 1ê Mijdara 2023an، hukmê îdamê ya Miryem Forûxmenêş a xelkê bajarê Dehdeştê ser bi navçeya Kohgilouye û Boyer Ehmedê li Girtigeha Navendî ya Yasûcê hatiye pêkanîn. 

Miryem Forûxmaneş pêştir bi tohmeta kuştina bi enqest ê hevjînê xwe yê berê hatibû girtin û piştre ji aliyê sîstema dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
 

Nûçeya bidarvekirina vê girtiya jin heta dema nivîsandina vê nûçeyê di medyayên hikûmetê û bi taybetî medyayên nêzîkî dezgeha dadweriyê de nehatiye ragihandin.
 

Li gor amarên tomarkirî li navenda amar û belgenameyên Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, ji destpêka îsal ve heya niha herî kêm 15 girtiyên jin di girtîgehên komara Îslamî ya Îranê de hatine bidarvekirin


Di vî warî de zêde bixwînin