Jinek li girtîgeha Kirmanê hate darvekirin

Cezayê darvekirina Jineke Belûç ya bi navê “Zerxatûn Mezarzehî” ku berî niha bi tometên pêw

15 November 2023 19:08


Hengaw; Çarşemî 15ê Mijdara 2023an

Cezayê darvekirina Jineke Belûç ya bi navê “Zerxatûn Mezarzehî” ku berî niha bi tometên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgehê ve bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Kirmanê de hate cîbecîkirin. Di heyama 11 mehan kêmtir de aliyê kêm 16 Jin di Îranê de hatine darvekirin.    
           
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibeha roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, cezayê darvekirina jineke Belûç ya bi nave “Zerxatûn Mezarzehî” ya 46 salî û xelka bajarê Serawanê û rûniştiya Xaşa Sîstan û Belûçîstanê li girtîgeha navendî ya Kirmanê hate cîbecîkirin.

Li gor rapora malpera “Halweşê”, Zerxatûn Mezarzehî ku serpereşt û dayîka keçekê bû, 6 sal berî nîha li rêya Kirman bo Şîrazê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû cezakirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti raporek li ser darvekirina vê jinê di medyayên hikûmetî û bi taybet jî li medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka sala 2023an ve heta niha herî kêm 16 jin di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin