Tevgera Jin Jiyan Azadî; Ferşîd Hesenzehî û Cemşîd Hesenzehî du xwenîşanderên Belûç bi îdam û 25 sal girtîgehê hatine sizadan

Ferşîd Hesenzehî û Cemşîd Hesenzehî, du xwenîşanderên Belû

13 November 2023 22:28

 

Hengaw; Duşemî 13ê Mijdara 2023an

Ferşîd Hesenzehî û Cemşîd Hesenzehî, du xwenîşanderên Belûçî ku di tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibûn girtin, bi derbaskirina 12 meh girtîgehê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi darvekirin û 25 sal girtîgehê hatin sizadan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ferşîd Hesenzehî yê 25 salî, di wê dawiyê de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Zahidanê ve di kombûneke onlayn de, bi darvekirinê û hevdosiyeyê wî Cemşîd Hesenzehî yê 29 salî jî, bi 25 sal cezayê girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî nûçeya malpera “Halweşê”, ev du ciwanên xwenîşander ên xelkê Zahidanê ku di dema binçavkirin û birêveçûna dadgehê de ji parêzer hatibûne bêparkirin, bi tohmeta bi ser wan de hatî sepandin ya “teqekirin li maşîn û binkeya hêzên leşkerî ya li gundê Çêşmê Ziyaret li Zahidan”, rastî cezayên giran hatine.

Ferşîd Hesenzehî, kedkarê avcahiyan û Cemşîd Hesenzehî jî, bavê du zarokên piçûk e ku di dema girtinê de ji bo wergirtina îtirafa bi zorê rastî gelek îşkenceyên derûnî û fîzîkî hatibûn.

Ev du xwenîşanderên han, roja Pêncşemî 24ê Mijdara 2022an, di nava tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û piştî demek ji îşkence û lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya Zahidanê hatine veguhestin û heta niha jî di vê girtîgehê de ne.


Di vî warî de zêde bixwînin