Bane; Kolberekî 17 salî bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû
Şehram Emînî, nûciwanê temen 17 salî yê xelkê Seqizê di dema Kolberiyê de ji ber teqîna mînê ji
![](/content/upload/1/root/shahram-amini.jpg)
Hengaw, Înî 3ê Mijdara 2023an
Şehram Emînî, nûciwanê temen 17 salî yê xelkê Seqizê di dema Kolberiyê de ji ber teqîna mînê ji aliyê lingên xwe ve bi giranî birîndar bû û îhtimala micid a qutkirina lingê wî heye.
Li gor rapora ku gihaye saziya mafê mirovî a Hengawê, roja sêşemiyê 31ê Cotmeha 2023an, Şehram Emînî, temen 17 salî û xelkê Seqizê, ji ber teqîna mînê li sînorê "Hengejal" a Banê birîndar bû û metirsiya micid a qutkirina lingê wî heye.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Şehram Emînî ji ber giraniya birînên xwe bo nexweşxaneya Tewrêzê hat veguhestin û neştergerî jê re hat kirin.
Vê çavkaniyê herwisa got, ku bi sedema giranî û kûrbûna birînên han, îhtîmala neştergeriyeke serkeftî li ser lingên vî nûciwanî nayê garantîkirin û heta niha jî metirsiya qutkirina lingê wî cidî ye.