Metirsiya cidî li ser radestkirina malbateke penaber a Kurd ji Tirkiyê bo Îranê

Rehîm Eliyasî (Şehram Eliyasî) yê xelkê Merîwanê û penaberê rûniştî li Tirk

04 November 2023 10:15

 

Hengaw; Şemî 4ê Mijdara 2023an

Rehîm Eliyasî (Şehram Eliyasî) yê xelkê Merîwanê û penaberê rûniştî li Tirkiyê, tevî malbata xwe rastî metirsiya dîportkirina bo Îranê re rû bi rû bûne. Ew yek ji wan penaxwazên siyasî ye ku berê jî radestkirina wî bo Îranê hatibû ragihandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 1ê Xezelwera 1402an (23ê Cotmeha 2023an) Îdareya Koçberiyê ya Tirkiyê bi Rehîm (Şehram) Eliyasî yê girtiyê siyasî yê berê û hevjîna wî Leyla Rawend re pêwendî girtiye û ji wan re daye zanîn ku bersiva hevpeyvînê ya qebûlkirina wan ji bo penaberiyê piştî 10 salan li vî welatî nerênî ye.

Rehîm Eliyasî ragihandiye, ku ev bersiva nerênî bi bê sedemeke mentiqî û yasayî jê re hatiye ragihandin û dibêje jî, wî ji roja ragihandinê ve tenê 10 roj dem ji bo nerizayetiya yasayî heye.

Ev girtiyê siyasî yê berê û penaxwazê Kurd di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye: “Ji sala 2014an vir ve, ez hatime Tirkiyê û li parêzgeha Wanê min navê xwe tomar kiriye û di sala 2015an de min ji Neteweyên Yekbûyî bersiva qebûlkirinê wergirtiye. Tevî derbasbûna 8 salan bi ser qebûlkirinê re û derbsbûna nêzîkî 10 sal çavnihêrîkirin li Tirkiyê, nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Enqereyê, tevî wê ku ji bo veguhastina min û malbata min bo welatekî ewleh tiştek nekiriye, belkî êş û azarên wan salan bi ser min û malbata min de sepandiye.”

Hêjayî gotinê ye ku 10 sal e bi ser wî penaberê siyasî digel hevjîn û du keçên wî yên piçûk li Tirkiyê derbas dibe, û li sala 2015an di hevpeyvînekê de digel Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li ofîsa Enqerê, wek penaber hatibûne qebûlkirin.

Rehîm Eliyasî di 8ê Cotmeha 2008an de li bajarê Melard yê ser bi parêzgeha Tehranê hate girtin û piştî derbasbûna 60 rojan di odeya takekesî ya Spaha Pasdaran de li girtîgeha Recayîşehrê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreş a Şehriyarê ve bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî” bi 11 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev girtiyê siyasî yê berê, piştî derbaskirina 6 sal girtîgeh li girtîgeha Recayîşehrê, benda 350 ya Êvîn û piştre jî girtîgeha Merîwanê, bi danîna barimeteya 100 milyon Tumenî, ji girtîgeha Recayîşehrê ya Kerecê bo 15 rojan hate mirexesiyê û piştre ji Îranê derket.


Di vî warî de zêde bixwînin