Birîndarbûna 5 kolber û binçavkirina 10 kolberên din li ser sînorê Seqizê

Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê Besam ê Seqezê, 15 kolber

04 November 2023 11:38

 

Hengaw; Şemî 4ê Mijdara 2023an

Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê Besam ê Seqezê, 15 kolber dane ber gulleyan ku di encamê de 5 kolber bi giranî birîndar bûn. Ji van kolberan 10 kes ji bo dadgehê hatin veguhastin û 5 kolberên birîndarbûyî jî ku nasnameya wan “Siyamek Sohrabî, Hîwa, Xalid, Ebdulah û Keywan” hatiye eşkerekirin, ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 2ê Mijdara 2023an, hêzên sînorî (Hengê Merzî) yên Besama bajarê Seqêz, 5 kolberên Kurd ên bi navên “Siyamek Sohrabî, Hîwa, Xalid, Ebdulah û Keywan” bi gullereşandina rasterast birîndar kirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ser sînorî piştî teqekirina rasterast û birîndarkirina wan kolberan, di dema veguhastina bo nexweşxaneyê de bi tundî li wan xistine ku di encamê de, yek ji wan kolberan ê bi navê “Hîwa” bo beşa lênêrîna taybet hatiye veguhestin û yekî din jî yê bi navê Siyamek ji aliyê pişta ser ve bûye armanca 80 gulleyên saçmeyî û rewşa wî nebaş e. Herwiha tê çavnihêrîkirin ku kolberekî din ê birîndarkirî yê bi navê Ebdulah ji ber giraniya birînan ji bo bajarê Tewrêzê bê veguhastin.

Herwiha deh kolberên din, ku nasnameya wan ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin, piştî girtinê ji bo dadgehê hatine veguhastin û ji rewşa wan a yasayî û tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin, heta vê gavê ti zanyariyek ber dest nîne.

Ev kolberên han di halekê de ji aliyê hêzên sînorî yên binkeya Besama Seqizê ve hatine girtin û birîndarkirin, ku piştî sê rojan ji hewlên bê encam ji bo bijîva jiyana xwe, bi bê hebûna ti kelûpelekê bo aliyê Seqezê di halê vegerînê de bûn.


Di vî warî de zêde bixwînin